Li Zanîngeha Koyê Dîdarên Zanistî hatin lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341119-li_zanîngeha_koyê_dîdarên_zanistî_hatin_lidarxistin
Li Beşa Dîrokî ya Zanîngeha Koyê 2’emîn Dîdara Zanistî ya Navneteweyî hate lidarxist. Civîn bi beşdarbûna mêvanên navxweyî û derveyî Herêma Kurdistanê, bi hevbaşî û hemahengiya Rêxistina Kojan û Rêveberiya Şehîdan û Enfalê ya Koyê hate lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2023 02:32 Asia/Tehran
  • Li Zanîngeha Koyê  Dîdarên Zanistî hatin lidarxistin

Li Beşa Dîrokî ya Zanîngeha Koyê 2’emîn Dîdara Zanistî ya Navneteweyî hate lidarxist. Civîn bi beşdarbûna mêvanên navxweyî û derveyî Herêma Kurdistanê, bi hevbaşî û hemahengiya Rêxistina Kojan û Rêveberiya Şehîdan û Enfalê ya Koyê hate lidarxistin.

Ji bo pêşkêşkirina çend lêkolînên zanistî û destnîşankirina sedemên Enfalê, dîdarek zanistî li Beşa Dîrok a Zanîngeha Koyê hat lidarxistin. Beşek ji berpirs û Enfalkiriyên Koyê diyar dikin ku heta niha ji bo kesûkarên Enfalkiriyan tiştek nehatiye kirin.

Serokê Beşa Dîrokî ya Zanîngeha Koyê Hoşmend Elî derbarê dîdarê de got: “Ev cara duweme wek Beşa Dîrokî dîdarek zanistî  wiha berfireh bi rêve dibin. Armanca sereke ya vê dîdarê pêşkêşkirina neh lêkolînên zanistî û naskirina sedem û erdnîgariya Enfalê ye ku dê armanc û encamên Enfala Koyê were guftûgokirin.”