Sibat 01, 2023 19:32 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya zêde ji 140 mêvanên derveyî di Mêhrigana Fîlman a Fecr’ê da

Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî ya Îranê ragihand ku zêde ji 140 mêvanên derveyî ji nav kesayetîyên berbiçav ên sînemayê di Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê da pişkdar bûne.

Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî ya Îranê “Mihemed- Mehdî Ismayîlî” îro piştî civîna desteya wezîran li koma nûçegîhanan got: “Ji 70 welatên cîhanê berhemên sînemayê bo nivîsgeha Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê hatine şandin ku hejmarek ji wan ji bo biryardana desteya jûrî hatine bijartin.”

Dewra Çil u Yekê ya Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê ji îro va dest pê bûye û yê heta 11ê Sibatê bidome.

Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî ya Îranê derbara helwesta dewletê têkildarî hicabê da jî got: “Serokê Komara Islamî ya Îranê û dewleta me ser vê bawerê ne ku mijara hicabê mijareke çandî-civakî ye û divê tenê bi rêya çandî-civakî serederîyê digel vê mijarê bikin.”

Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî ya Îranê pêgirî kir: “Serokê Komara Islamî ya Îranê dijî serederîya sîyasî û emnî himberî meseleya hicabê ye û heke li cihekî berçavnegirtinek xûya bike, divê bi rêbazên çandî serederîyê digel wê yekê bikin.”

 

Serepeyv