Tîma hendbola Îranê li Pêşbirkên Cîhanî yên 2023’an pirr baş lîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338780-tîma_hendbola_Îranê_li_pêşbirkên_cîhanî_yên_2023’an_pirr_baş_lîst
Tîma neteweyî ya hendbola Îranê di yekemîn lîstika li Pêşbirkên Cîhanî yên qaremaniyê yên 2023’an de pirr baş lîst û jî Şîliyê bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2023 10:18 Asia/Tehran
  • Tîma hendbola Îranê li Pêşbirkên Cîhanî yên 2023’an pirr baş lîst

Tîma neteweyî ya hendbola Îranê di yekemîn lîstika li Pêşbirkên Cîhanî yên qaremaniyê yên 2023’an de pirr baş lîst û jî Şîliyê bir.

Dewra 28’an a Pêşbirkên Qaremaniya Hendbola Mêran a Cîhanê ji 11 heta 29’ê Çileyê bi mazûvaniya hevpar a du welatan tê lidarxistin û tîma neteweyî ya hendbola Îranê Pêncşemiyê bi şev li lîstika yekemîn ji saet 20:30 li werzişgeha Taron Arênayê li bajarê Kirakof ê Polonyayê bi Şîliyê re lîst û bi encama 25- 24 jê bir.

Lîstikvanên tîma neteweyî ya Îranê di Koma A’yê de bi tîmên Spanya, Montênêgro û Şîliyê re wê bilîzin.

Tîma neteweyî ya hendbola Îranê wê ji bo lîstika xwe ya duyemîn 14’ê Çileyê saet 20:30 derkeve pêşberî Montênêgroyê.