Îran bû mazûvana Pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i338714-Îran_bû_mazûvana_pêşbirkên_kupa_klûbên_hendbola_asyayê
Îran bû mazûvana Pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê ku wek yek ji pêşbirkên herî girîng ên Hendbolê li Asyayê tê zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2023 12:15 Asia/Tehran
  • Îran bû mazûvana Pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê

Îran bû mazûvana Pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê ku wek yek ji pêşbirkên herî girîng ên Hendbolê li Asyayê tê zanîn.

Bi pêşniyara Federasyona Hendbola Îranê û erêkirina Federasyona Henbola Asyayê (AHF), Îran bû mazûvana dora 25an a Pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê di beşa mêran da.

Ev pêşbirk bi beşdariya tîmên nasyar ên Hendbola Asyayê dê ji 12 heta 24ê Gulana 2023an li bajarê Îsfehanê bên lidarxistin.

Piştî serkeftina Îranê di mazûvaniya pêşbirkên hendbola peravê ya qaremaniya nûciwan û mezinên Asyayê, mazûvaniya pêşbirkên Kupa Klûbên Hendbola Asyayê dê wek duyemîn mazûvaniya pêşbirkên navneteweyî be ku raberî Îranê hatiye kirin.