Kanûn 27, 2022 13:14 Asia/Tehran
  • Fîlma îranî xelata fêstîvala fîlman a Çong Çîngê bir

Fêstîvala navneteweyî ya fîlman a Çong Çîng a Çînê bi wergirtina xelatê ya fîlma îranî ya bi navê “Sê Kam Hebs”ê (3 Puffs) bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, li Fêstîvala Navneteweyî ya fîlman a Çong Çîngê ya Çînê ji bilî ku fîlma îranî ya “Sê Kam Hebs”ê xelat wergirt, fîlmên din ên îranî yên beşdarbûyî di fêstîvalê de yên bi navê “Xeyala Sohrab” û “Pîşika reş” jî hatin nîşandayîn.

Fêstîvala Fîlman a Çong Çîng ji sala 2018`an ve karê xwe dest pê kiriye û di vê dewrê de roleka çalak di warê nasandina fîlmên biyanî li navenda Çînê hebûye. Di vê dewra fêstîvala Çong Çîngê de, hin nûner û berhemên ji welatên Rûsye, Spanya, Kanada, Îran, Alman, Malêziya, Sengapûr, Vîyêtnam, Taylend û çend welatên din beşdar bûn. Li fêstîvala Çong Çîngê, Hisên Xelîfî Kîwî, wek çalakê çandî yê Îranê beşdar bû û fîlma Îranê û potansiyêlên hevkariya du welatan dan nasandin.

 

 

Serepeyv