Şebekeya SAHAR`ê Xelata Baştirîn Belgefîlmê ya Mêhrigana Heqîqetê bi fîlma derbara jinên êzidî da bi dest xist
Xelata Baştirîn Belgefîlmê ya Mêhrigana Heqîqtê pêşkêşî belgefîlma Sênoh-Hêzarom berhema Şebekeya SAHAR a Îranê hat kirin.
Xelata baştirîn belgefîlma demdirêj a beşa navnetewî pêşkêşî belgefîlma Sênoh-hêzarom`ê ji Îranê hat kirin ku Bêhrûz Nûranîpûr kargêrîya wê kirîye.
Fîlma Sênoh-hêzarom belgefîlmek derbara çarenûsa 3 keç û jinên êzidî ye ku ketine destê DAIŞê. Ev belgefîlma berhema Şebekeya SAHAR a Îranê ye.
Herwiha nîşana zêrîn a pişka Şehîd Avînî ya vê mêhriganê pêşkêşî belgefîlma Sênoh-hêzarom`ê hat kirin.
Berî vîya jî belgefîlma bi navê Jîyan berhema Şebekeya SAHAR`ê li dewra sêzdan a Mêhrigana Fîlman a Xedîr a Iraqê wek fîlma herî baş hat bijartin.
Beşa amadekirinê ya Şebekeya SAHAR`ê di salên buhurî da li gorî girîngbûna mijara jin û malbatê ji wê, gellekî bala xwe daye ser mijara jinan û serpêhatîya keç û jinên êzidî yên ketin destê DAIŞê û berhemên vê şebekeyê xelatê balkêş bi dest xistine.