Hefteya Pirtûkan a Îranê bi dirûşmeya 'Em ew in ku dixwînin' dest pê kir
Rêveberê Mala Pirtûkan û Wêjeya Îranê ragihand: Sîyemîn dora Hefteya Pirtûkan a Komara Îslamî ya Îranê bi dirûşmeya 'Em ew in ku dixwînin' dest pê kiriye.
Elî Remezanî Rêveberê Mala Pirtûkan û Wêjeya Îranê îro di civîna nûçeyî ya sîyemîn dora Hefteya Pirtûkan a Komara Îslamî ya Îranê da got: Ji Hefteya Pirtûkan a sala bihurî va heta niha
zêde ji sed û şanzdeh miliyon pirtûk li Îranê hatine weşandin.
Remezanî got: Vê sed û şanzdeh miliyon pirtûkê zêde ji heft hezar û şeşsed miliyar toman pişk û para aborî ji bo Mala Pirtûkan hebûye.
Rêveberê Mala Pirtûkan û Wêjeya Îranê got: Ji du rojên bihurî va ekrana bajarî ya pirtûkên bajarî yên Îran û Xelata Celal Alê Ehmed bi awayê berfireh li Tehranê dest pê kiriye û me reklam,
poster û danezan amade kirine.
Roja 15ê Mijdarê jî weke her sal rêûrisma sipasiya ji pirtûkdarên seranserî Îranê dê were lidarxistin.