Cotmeh 19, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • 2 zêr û tûncek ji bo guleştgirên îranî di yekem roja pêşbirkên cîhanî de

Nûnerên Îranê li pêşbirkên pênc weznên ewil ên pêşbirkên guleştê yên şampiyoniya cîhanê ya bin 23 saliyê de 2 medalên zêr û medaleke tûnc bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, 5 weznên ewil ên pêşbirkên guleştê yên şampiyoniya cîhanê ya di bin 23 saliyê de, rojên 17 û 18 Cotmehê li bajarê Ponte Vedra ya Spanyayê hatin lidarxistin û di dawiyê de di wezna  55 kg de, Pûya Dadmerz guleştgirê îranî li pêşbirka fînalê de li hember Nîhad Qolîzade şampiyonê xortan ê cîhanê yê ji Komara Azerbaycanê, bi encama 5 li hember 1 pêş ket û medala zêr bi dest xist.

Di wezna 63 kg de Îman Mihemedî ji Îranê bi encama 8 li hember 0 li hember Georgî Şeutadze yê ji Gurcistanê pêş ket û mîdala zêr bi dest xist.

Her wiha di giraniya 130 kg de Elî Ekber Yûsifiyê gulaşvanê din ê îranî bi encama 10-1 li hemberî Serxan Mamedov ji Komara Azerbaycanê mîdala Tûnc bi dest xist.

Serepeyv