Zlatan Ibrahimovic dibe hevalê Asteriks û Oburiksî
Îlon 26, 2022 11:19 Asia/Tehran
Fîlmê Asterik û Oburiks gelek komîk e û li dinyayê navdar e. Niha rêzeya wê ya nû bi navê “Asteriks û Oburiks: The Middle Kingdom” hatiye kişandin û di dema pêşiya me de dê bikeve vîzyonê. Agahiya nû jî ev e, lîstikvanê navdar Zlatan Îbrahîmoviç jî tê de dilîze.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Îbrahîmovîç di vî fîlmî de wê rola karakterê serbazê Romayî yê bi navê Antivirus bilîze.
Îbrahimoviç bi ser hesabê xwe yê twitterê re agahiya lîstina fîlm bi vîdyoyekî belav kir.
Fîlm roja 1’ê Sibata 2023’yan dê bikeve vîzyonê.