Serkeftina tîma voleybolê ya Îranê li hember Çînê li pêşbirkên qehremaniya tezelawên Asyayê
Tîma volîbola tezelawên Îranê li pêşbirkên şampiyoniya bin 18 saliyên Asyayê di yekemîn pêşbirka xwe de tîma Çînê têk bir.
Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirkên qaremaniya voleybola Asiyayê ya tazelawên di bin 18 saliyê de, îro sêşemiyê bi 3 pêşbirkan li Têhranê hat şopandin û di maça dawî de jî tîma Îranê bi Çînê re rûbirû bû û bi encama 3-0 bi ser ket.
Tîma Îranê bi servîsên xwe yên bihêz di seta yekem de 25-21 bi ser ket. Di seta duyemîn de Çîniyan nekarîn bi êrîşên Îranê re rûbirû bibin û 17-25 têk çûn.
Lîstikvanên Çînî ku tiştekî ji bo jidestdayînê tinebûn, di seta sêyem de berxwedaneke baş nîşan dan û li kêleka Îranê çend puan bi dest xistin, lê di dawiyê de 25-22 têk çû.
Tîma voleybolê ya tezelawan a Îranê sibê di duyemîn lîstika xwe de dê bi Kuweytê re rûbirû bimîne.
Her çar tîmên serketî yên van pêşbirkan dê îzna beşdariya di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bidest bêxin.