Tîrmeh 24, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê li benda fîlman e

Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê organîzekirin li benda fîlman e. Festîval îsal di navbera 12-18’ê rezberê (Îlon) de li dar dikeve û yên bixwazin dikarin heta roja 5’ê gelawê fîlmên xwe bişînin ber destên amadekeran.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Festîval îsal 29’emîn car li dar dikeve. Niha dema serîlêdana festîvalê dest pê kir. Di nav festîvalê de beşên pêşbaziyê yên wekî Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî, Pêşbaziya Belgefîlman, Pêşbaziya Kurtefîlman a Navneteweyî, Pêşbaziya Kurtefîlman a Xwendekaran a Neteweyî û Pêşbaziya Kurtefîlman a Edeneyê hene. Û ev beş niha li benda serîlêdanan in. Roja dawî ya şandina fîlman 5’ê gelawêjê ye.

Di festîvalê de ji bilî pêşbaziyan dê beşên fîlmên ji sînemaya dinyayê, beşên nîşandayîna taybet, nîşandayîna belgefîlman, gotûbêj, atolye, sempozyûmên sînemayê û vekirina pêşangehan dê hebin.
 

 

Serepeyv