Çarîneyên Omer Xeyamê Neyşabûrî ji bo guhdarîkirinê hatin amadekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334964-Çarîneyên_omer_xeyamê_neyşabûrî_ji_bo_guhdarîkirinê_hatin_amadekirin
Îkram Balekanî berê Çarîneyên Omer Xeyamê Neyşabûrî wergerandibûn û ew wekî pirtûk derketibûn, niha Balekanî ew çarîne xwendin û bi deng li ser hesabê xwe yê youtube belav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2022 04:24 Asia/Tehran
  • Çarîneyên Omer Xeyamê Neyşabûrî ji bo guhdarîkirinê hatin amadekirin

Îkram Balekanî berê Çarîneyên Omer Xeyamê Neyşabûrî wergerandibûn û ew wekî pirtûk derketibûn, niha Balekanî ew çarîne xwendin û bi deng li ser hesabê xwe yê youtube belav kirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Nivîskar û werger Îkram Balekanî di sala 2014’an de wergera pirtûka Çarîneyên Xeyam belav kiribû. Pirtûk bi navê “Çarîneyên Omer Xeyam” ji Weşanqaneya Evrenselê derketibû. Wê çaxê pirtûk rastî eleqeyê hatibû lê paşê Weşanqaneya Evrenselê bi KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hatibû girtin.

Di pirtûkê de 240 Çarîneyên Omer Xeyam (Rubaiyat- Dubeytî) hebûn ku Balekanî ew ji zimanê orjînal ji farisî wergerandibûn. Balekanî niha ew xwendin û ligel jiyana Omer Xeyam li ser youtubeya xwe belav kir.