Koma muzîkê ya LaWje li Wanê derdikeve ser dikê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334432-koma_muzîkê_ya_lawje_li_wanê_derdikeve_ser_dikê
Bi organîzasyona Chalak Events a Wanê koma muzîkê LaWje vê carê li Wanê dê konsereke pêşkêş bike. Konsera LaWjeyê roja 26’ê li dar dikeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2022 05:29 Asia/Tehran
  •  Koma muzîkê ya LaWje li Wanê derdikeve ser dikê

Bi organîzasyona Chalak Events a Wanê koma muzîkê LaWje vê carê li Wanê dê konsereke pêşkêş bike. Konsera LaWjeyê roja 26’ê li dar dikeve.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Chalak Events Wan sala 2018'an de hatiye avakirin. Heta niha wê hin xebat kirine, niha jî konserek organîze dike. Bi organîzasyona Chalak Events Wan, 26’ê pûşperê/hezîranê saet 20.00’an de li 'Uvercînka Sanat Akademiyê ya Wanê dê LaWje konsera xwe pêşkêş bike.

'LaWje' wê di vê konserê de ligel stranên xwe yên nû û stranên xwe yên wekî 'Hesen Lawo, Delalê Dilê Min, Leyl û Leylan, Rûbaro, Yar Xezal' bi miqamên (selîqeyên) qedîm; heyranok, şeşbend û narînkan pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.