Xetîbzade: Berpirsyariya dûhatên binpêkirina lihevkirina lidarxistina pêşbirka dostane ya Fûtbalê tev Îranê ser ustiyê aliyê kanadayî ye
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Berpirsyariya dûhatên binpêkirina lihevkirina derbarê şert û mercên lidarxistina pêşbirka dostane navbera tîmên neteweyî yên fûtbalê yên Îran û Kanadayê li ser usstiyê aliyê kanadayî ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Sêşemiyê derbarê axaftinên siyasî yên hin rayedarên kanadayî derbarê pêşbirka dostane ya tîmên neteweyî yên du welatan, got: Hevahengiya vê pêşbirkê bi awayê serbixwe ji aliyê federasiyonên fûtbalê yên du welatan, di çarçova pêşbirkên asayî yên dostane pêk hatiye.
Pêşbirka dostane ya tîmên neteweyî yên fûtbalê yên Îran û Kanadayê biryar e 6ê Hezîranê li Venkoverê were lidarxistin.
Federasiyona Fûtbala Kanadayê ragihandiye ku dil heye bi pêşîgirtin li her cûre neçêbikaranîna komên siyasî yên naskirî yên dijî Îranê, mazûvaniya vê rûdana tenê werzîşê