May 10, 2022 08:59 Asia/Tehran
  • Weznehilgira îranî medala zîv bi dest xist

Weznehilgira îranî Yekta Cemalî li pêşbirkên qehremaniya cîhanê ya halterê li kategoriya 87 Kg medala zîv bi dest xist.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRIB Newsê, “Yekta Cemalî” werzişkara ranî li pêşbirkên helanîna halterê (wezneyê) yên qehremaniya cîhanî ya ciwanan li Yewnanistanê, bi rakirina weznên 94, 98 û 100 kg bi ser ket û medala zîv bi dest xist.

Cemalî her wiha di gera yekem û sêyem de bi kontrolkirina weznên 115 û 121 kîlogramê li duderban karê xwe bi dawî anî, lê di gava duyem de wezneya 121 kg ji dest da.

Di Şampiyoniya Ciwanên Cîhanê de ev yekemîn medala zîv a jinan e.

Weznehilgira tîma neteweyî ya ciwanên Îranê sala borî jî li pêşbirkên qehremaniya cîhanî ya ciwanan li Taşkendê sê medalên tûnc bi dest xistibûn û şanaziya bidest xistina yekemîn medalên navneteweyî yên jinan di halterê de tûmarkiribû.

Serepeyv