Rahênerên futbolê yên Îran û Amerîkayê red kirin ku pêşbirkeya di navbera her du tîman de siyaset bikin
Rahênerên tîmên neteweyî yên futbolê yên Îran û Amerîkayê ji bersiva pirsa siyasî ya tora nûçeyan a BBCyê li bara pêşbirka her du tîman li Kûpaya Cîhanî ya Qeterê û girêdana wê bi gotûbêjên navokî dûr ketin û ji siyasîkirina vê maçê nerazî bûn nîşan dan.
Rahênerê tîma futbolê ya Îranê Dragan Skocîç got: "Ew li mijarên dîplomatîk û siyasî nafikire û tenê bala wî li ser futbolê ye." Ew li ser vê yekê difikire ku lîstikvanên Îranî yên li hember tîmên neteweyî yên futbola Amerîka û Ingilîstanê çawa motîve dibin ku puanan bi dest bixin.
Skocîç li ser pirsa gelo maça Îran û Amerîkayê ya sala 1998an tê bîra we yan na, Skocîç wiha got: "Wî ew maç nedîtiye, lê divê futbol têkiliyên di navbera mirovan de baştir bike û her kes ji vê werzişê vê yekê hêvî dike."
Rahênerê sereke yê tîma Amerîkayê Greg Berhalter jî ji BBC re got."Ew ê lîstikek futbolê be di navbera du tîmên ku xwedî futbolek baş in."
Greg Berhalter di bersiva pirseke nûçegihanê BBC de, ku got, helbet ne maçeke futbolê ye, lê maçeke siyasî ye ku dê bibe sernavê medyayê û her kes behsa vê maçê bike, got: Ez wer nafikirim ku bûyereke wiha dê biqewme û ez bawer im ew ê tenê lîstikek germ û girîng bibe.
22yemîn dewra Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya payîz û zivistana bê wê bi mazûvaniya Qeterê were lidarxistin.
Tîma neteweyî ya futbola Îranê di Koma B ya Kûpaya Cîhanê ya 2022an a Qeterê de bi tîmên Îngiltere, Amerîka û serketiya playoffa Ewropayê bû hevgrûb.