Nîsan 08, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Demajoya pêşbirkên Koma A ya Kupa Cîhanê ya Qeter-2022an

Pişkekişandina dora 22an a mezintirîn rûdana werzîşê ya cîhanê anku Kupa cîhanî ya Qeter-2022an vê dawiyê li Dohayê pêk hat.

Li gorî nûçeya Euro Newsê, Pişkekişandina dora 22an a mezintirîn rûdana werzîşê ya cîhanê anku Kupa cîhanî ya Qeter-2022an vê dawiyê li Dohayê pêk hat. Tenê 227 roj heta destpêka vê rûdana mezin mane.

Qeter yekemîn Kupa Cîhanî ya li demsala zivistanê li dar dixe. Demek ku piraniya lîgên mezin li seranserî cîhanî bi taybet li Ewropayê di nîveka xwe da ne.

 

Tîma mazûvan di Koma A da ye û dê biçe pêşberî tîmên Holend, Senegal û Êkvadorê. Qeter ji bo ku derbasî qonaxa şanzeh yeka dawiyê bibe, divê ku ji du tîmên sereke yên Koma A be.

Ev e demajoya pêşbirkên Koma A:

Duşem: 21ê Mijdara 2022an

13:00 Senegal - Holend - Werzîşgeha El-Tûmama

Duşem: 21ê Mijdarê

19:00 Qeter - Êkvador - Werzîşgeha El-Beyt

În: 25ê Mijdarê

16:00 Qeter - Senegal Werzîşgeha El-Tûmama

În: 25ê Mijdarê

19:00 Holend - Êkvador Werzîşgeha navneteweyî ya Xelîfe

Sêşem: 29ê Mijdarê

18:00 Qeter-Holend Werzîşgeha El-Beyt

Sêşem: 29ê Mijdarê

18:00 Êkvador-Senegal Werzîşgeha navneteweyî ya Xelîfe

 

 

Serepeyv