Fîlmeke îranî ya bi lîskivaniya aktorê kurdistanî derbasî Festîvala Navneteweyî ya IFF'ya Los Angelesê bû
Adar 23, 2022 14:22 Asia/Tehran
Fîlma îranî ya "Stêrklîstin"ê bi lîstikvaniya Ferhad Eslanî aktorê kurdistanî derbasî beşa sereke ya Festîvala navneteweyî ya IFF'yê ya Los Angelesê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Ev fîlm bi derhêneriya Hatif Elîmerdanî û çêkirina Elî Sertîpî di dewama beşdariyên xwe yên navneteweyî di beşa pêşbirkan a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a IFF'ya Los Angelesê da hat bijartin.
Fîlma "Stêrklîstin"ê berhema sala 2018an derbarê qeyranên piştî koçberiyê ye û fîlmeke hevpar di navbera Îran û Kandayê ye ku beşdarî dora 39an a Festîvala fîlman a Fecrê bûbû û di vê fetîvalê da Milîsa Zakirî bûbû berendama Sîmira Bilûrîn a aktora baştirîn lîstikvan û Roksana Rezewî jî bûbû berendama baştirîn grîmorê.