Adar 04, 2022 16:30 Asia/Tehran
  •  Rewşa herî dawî ya kupên Fûtbalê li Inglîz, Spanya û Tirkiyeyê

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li Îngilistanê encamên FA CUP’ê, li Spanya encamên Kûpala Kral, li Tirkiyeyê encamên Kûpaya Tirkiyeyê diyar bûn. Va ne ew encam:

ÎNGILISTAN

Di FA CUP a Îngilistanê de pêşbirkên Dora 5’an hatin lîstin û tîmên derbasî çarîk fînalê bûn derketin holê. Di vê dorê de Manchester City Peterboroughê (2-0), Mittlesbrough Tottenhamê (1-0), Southamptonê West Ham Unitedê (3-1), Cyrstal Palasê Stoke (2-1), Chelsea Lutonî (3-2), Liverpoolê Norwich City (2-1), Evertonê Boreham Wood (2-0) tek bir. Tîmên serketin derbasî çarîk fînalî bûn.

 

Di vê dora 5’an de tenê pêşbirkek ma; Nottingham Forest û Huddersfield Town roja yekşemê saet 22.30 de dê bên hemberî hev.

Di encama Dora 5’an de tîmên serketin çûn çarîk fînalê û di çarîk fînalî de tîm bi vî awayî tên hemberî hev:

- Cyrstal Palaca - Everton

- Middlesrough - Chelsea

- Southampton - Manchester City

- ..... - Liverpol ((Serketiyê pêşbirka Nottingham Forest - Huddersfield Townê dê bibe reqîbê Liverpoolê.

TIRKIYE

Di Kûpaya Tirkiyeyê de pêşbirkên çarîk fînalê hatin lîstin û 4 tîmên ku derketin nîv fînalê diyar bûn. Di vê dorê de Trabzonî Antalya bi 2-0, Kayserî Beşîktaş bi 2-1,  Sivasî Karagumruk bi 1-0 û Alanya Gaziantep sporê bi 2-1 têk bir û derbasî nîv fînalê bû.

Di nîv fînalê de tîm bi vî awayî bûn reqîbên hev:

- Trabzon - Kayserî

- Alanya - Sivas

Pêşbirkên nîv fînalî wê wekî du pêşbirkan bêne lîstin. Pêşbirkên yekem roja 19’ê avrêlê, pêşbirkên duyemîn jî 10’ê gulanî dê bêne lîstin.

SPANYA

Li Spanyayê jî pêşbirkên nîv fîlnalê yên Kûpaya Kral hebûn. Di nîv fînalê de Valencia û Athletic Bilbao bi hev re lîstin û Valencia bi 1-0 bi ser ket û derbasî fînalê bû.

Di pêşbirka din de Real Betis û Rayo Vallecano hatin hembrî hev. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Ji ber di pêşbirka yekem de Real Betis bi 2-1 bi ser ketibû, ew  derket fînalê.

Di fînalê de Valencia û Real Betis dê bêne hemberî hev. pêşbirka wan roja 23'yê avrêlê tê lîstin.

Serepeyv