Sibat 07, 2022 12:07 Asia/Tehran
  •  Senegalê Kûpaya Afrîkayê bir mala xwe

Pêşbirkên Kûpaya Neteweyên Afrîkayê hatin lîstin û êvara 6’ê mehê dema fînalê bû. Senegal û Misir di fînalê de hatin ba hev. Û Senegal bi penaltiyan bi ser ket û di dîroka xwe de yekem car ev kûpa bir mala xwe.

Li gorî rapora Diyarname'yê, Di pêşbirkên nîv fînalê de Kamerûn û Misir hatibûn hemberî hev. Maç bi encama 0-0 bi dawî bûbû. Di dema zêdek de jî tu guhartin çênebû û Misir bi 3-1 bi serketina di penaltiyan de derketibû fînalê.

Di pîşbirka din de jî Burkina Faso û Senegal hatibûn hemberî hev. Senegal bi 3-1 bi ser ketibû û derketibû fînalê.

Senegal û Misir di pîşbirka fînalê de hatin hemberî hev. Di pîşbirka zêde ne bi heyecan bû de tenê çend lêdanên mûhîm hebûn, di wan de jî qeleparêzên herdu aliyan rê nedan golavêjan. Û bi vî awayî 90 deqe bê hes û hewar bi dawî bû. Di deqîqeyên zêdek de jî tu encam neguherî û maç derbasî bikaranîna penaltiyan bû.

Heta niha herî zêde Misirê ev kûpa bi dest xistibû: 7 caran. Senegalê tu demê ev kûpa bi dest nexistibû û dixest yekemîn car kûpayê bibe mala xwe. Û Senegal bi penaltiyan bi ser ket.

Pêşî Senegalê penalti avêt. Ji wan Koulibaly penalti veguhart golê û penaltiyên din hatin avêtin. Herî dawî li ser navê Senegalê Mane penalti veguhart golê û coşa senegaliyan dest pê kir.

Senegalê ku du caran derketibû fînalê lê bi ser neketibû vê carê, bi vê serketinê dîrokek nû li dîroka xwe ya sporê kir. Her wiha di pêşbirkê de ji ber serketina wî qeleparêzê Misirê M. Abou Gabal wekî lîstikvanê herî serketî yê pêşbirkê hat hilbijartin û xelata xwe girt. Qeleparêzê Senegalê Mendy wekî qeleparêzê herî serketî, Mane jî wekî lîstikvanê herî serketî yê tûrnûvayê hat hilbijartin.

ABOUBAKARÎ 8 GOL AVÊTIN

Lîstikvanê Kamerûnê Vincent Aboubakar di tûrnûvayê de 8 gol avêtin û wekî yê herî zêde gol avêtin xelata Pêvala Zêrîn girt. Li aliyê din Aboubakar bû ji 3 kesan yek ku 8 gol û jê zêdetir di tûrnûvayê de avêtine. Bi 9 golan rekor di destê Ndya Mulambaya (sala 1974) de ye. Dûre Lourent Pokuo (sala 1970) tê.

MISIRÊ 7 KÛPA GIRTINE

Li aliyê din herî dawî Cezayîrê (2019) ev kûpa biribû mala xwe. Heta niha Misirê 7, Kamerûnê 5, Ganayê 4, Nîjeryayhe 3, Cezayîr, Qedaxa Aj û Kongoyê her yekê 2 caran ev kûpa biriye mala xwe. Dîsa Zambiya, Tunus, Sudan, Etîyopya, Fas, Afrîkaya Başûr û Komara Kongoyê her yekê carek ev kûpa girtiye ku niha Senegal jî li van zêde bû.

PÊŞBIRKA SÊYEMÎNÎ

Li aliyê din Burkina Faso û Kamerûn ji bo sêyemînî hatin ba hev û maç 3-3 bi dawî bû. Kamerûn di penaldiyan de bi 5-3 bi ser ket û bû sêyemînê tûrnûvayê.

 

Serepeyv