Gotûbêjên Tehran, Keraçî û Hewlêrê li ser geşepêdana geştiyariyê
Operatorên geştyarî yên Îran, Pakistan û Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê civiyan da ku li ser danûstandinên geştyarî yên gotûbêj bikin.
Li gorî rapora ISNA`yê, civata geştiyariyê ya Îranê li civîneke dualî digel nûnerên ajansên geştiyariyê yên Pakistan û Herêma Kurdistanê, ji bo hatina zêdetir a geştiyaran ji welatên cîran bo Îranê riyên curbicur hilkolandin û gotûbêj kirin.
"Elî Ekber Ghemxar" Endamê Lijneya Rêvebir a Yekîtiya Operatorên Geşt û Geştyariyên Îranê, bal kişande ser kapasîteyên vî welatî yên di warê skîkirina çiya, biyabangerî, tûrîzma tenduristî û pizîşkî û geştiyariya ziyaretê û li ser avantajên Îranê yên tûrîzm jî got. : “Vîzeyên Îranê bi lez û bez û bi hêsanî tên dayîn, li firokexaneyên navneteweyî û li derbasgehên nav welatî jî dikarin vê vîzeyê bistînin.
Perham Canfişan, Rêvebirê Giştî yê Mîrateya Kultûrî, Tûrîzm û Pêşeyên Destçûkirî yên Parêzgeha Têhranê jî geştiyarên Pakistanî û Iraqî vexwendin bo beşdariya li 15emîn pêşangeha navneteweyî ya geştiyariyê ya Têhranê ku ji 29`ê Çileyê heya 1`ê Sibatê ve tê lidarxistin.
Nûnerên ajansên Pakistanê û Herêma Kurdistana Iraqê jî pêşwaziya berfirehkirina hevkariyên digel Îranê di warê geştiyariyê de kirin.