20 werzişkarên jin ên Îranî diçin olîmpîka nebîstokan li Brezîlyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331757-20_werzişkarên_jin_ên_Îranî_diçin_olîmpîka_nebîstokan_li_brezîlyayê
Cîgira Serokê Federasyona Werzişên Nebîstokan (guhgiranan) a Îranê beşa jinan got: Li gor biryara komîteya teknîkî 20 werzişkarên jin di 4 kûrsan de bo lîstikên Olempîka nebîstokên 2022 li Brezîlyayê tên şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 17:12 Asia/Tehran
  • 20 werzişkarên jin ên Îranî diçin olîmpîka nebîstokan li Brezîlyayê

Cîgira Serokê Federasyona Werzişên Nebîstokan (guhgiranan) a Îranê beşa jinan got: Li gor biryara komîteya teknîkî 20 werzişkarên jin di 4 kûrsan de bo lîstikên Olempîka nebîstokên 2022 li Brezîlyayê tên şandin.

Zehra Davûdî, Cîgira Serokê Federasyona nebîstokan a beşa Jinên Îranê roja şemiyê li hevpeyvîna tev IRNA`yê got: Werzişkarên jin ên nebîstok ên Îranê di warên tekwando, karate, tîr û kevaniyê û bezîna dora meydanê de dê ji bo Olîmpîka Brezîlyayê werin şandin."

Davûdî diyar kir ku jinên nebîstok ên Îranê di Olempîka 2013an a Bulgaristanê de yekemîn madala zêr di karateyê de, di sala 2017an de li Samsûna Tirkiyê bi dest xistin. Di heman salê de (2017) yekem car di warê nîşanbaziyê ya bi tivingê de madala zîv bi dest xistin.