Çile 16, 2022 17:36 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya futbola jinên Îranê gihêşt Hindistanê

Tîma neteweyî ya futbola jinan a Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li pêşbirkên Kûpaya Asyayê ya sala 2022`an a Hindistanê, îro danê sibê (yekşemê) gihêşt bajarê Mumbayê (Bombayê).

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, komek ji berpirsên Konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Mumbayê ya Hindistanê, li balafirgeha vî bajarî pêşwaziya endamên tîma neteweyî ya futbola jinan kirin.

Pêşbirkên Kûpaya Futbola Jinan a Asyayê ji 20 Çileyê heta 6ê Sibatê bi mazûvaniya Hindistanê bi 12 tîman di sê koman de birêve diçe û tîma neteweyî ya Îranê di yekem pêşbirka xwe de dê rûbirûyê tîma vî welatî bibe.

Komên Pêşbirlê yên vê Kûpeyê pêk tên ji:

Koma A: Hindistan, Çîn, Çîn Taypei(Taywan), Îran, Koma B, Awustralya, Tayland, Fîlîpîn, Endonezya û Koma C: Japonya, Koreya Başûr, Vîetnam, Myanmar.

Serepeyv