Fûtbolîstê Îranî bû lîstikvanê herî binirx di lîga Rûsyayê de
Kanûn 30, 2021 12:53 Asia/Tehran
Lîstikvanê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê di Lîga Futbolê ya Rûsyayê de wek lîstikvanê herî biqîmet hat destnîşankirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, malpera transfer marketê lîsteya lîstikvanên hêja yên Lîga Futbolê ya Rûsyayê belav kir ku di serê vê lîsteyê de navê êrişkarê futbola Îranê yê tîma Zenîtê dikeve ber çavan.
Li gorî vê malperê, nirxê Serdar Azmûn bi 25 milyon Euroyî di lîga Rûsyayê de herî binirx e.
Ew li ser kesayetiyên wekî Malcolm û Barrios hatiye danîn. Malcolm bi 22 milyon euro di rêza duyemîn de ye û Barrios jî bi 20 milyon euro di rêza sêyemîn de ye.
Wendell, hevtîmiyê din ê Serdar Azmûn, bi 19 mîlyon Euroyî di rêza çaremîn de ye û Cordoba jî bi 17 mîlyon Euroyî ji Krasnodarê di rêza pêncemîn de ye.