Esteghlalê 3-0 Peykan têk bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330554-esteghlalê_3_0_peykan_têk_bir
Tîma Futbolê ya Esteghlalê di hefteya nehemîn a Lîga Premierê da bi 3 golan Tîma Peykan têk bir û bi awayekî demkî hilkişiya ser pileya duyemîn a rêzbendiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2021 16:34 Asia/Tehran
  • Esteghlalê 3-0 Peykan têk bir

Tîma Futbolê ya Esteghlalê di hefteya nehemîn a Lîga Premierê da bi 3 golan Tîma Peykan têk bir û bi awayekî demkî hilkişiya ser pileya duyemîn a rêzbendiyê.

Li gorî rapora ISNA`yê, îro (Pêncşemî) di çarçoveya hefteya nehemîn a Super Lîga Futbolê de li stadiyuma Şehîd Dastgirdî ya Têhranê, tîma Esteghlal (Îstiqlal) û Peykan hatin hemberî hev.

Ev pêşbirkeya bi encama 3-0 ser qazenca Esteghlalê bi dawî bû.

Golên Esteghlalê ji aliyê Siyaweş Yezdanî di xuleka 31, Mihemed Danêşger di xuleka 74 û Erselan Mutehherî di xuleka 86ê de hatin tomarkirin.

Bi vê encamê, Îsteghlalê 17 pûan bi dest xist û  piştî Sepahanê ku 9 puanên xwe hene, bi awayekî demkî derket pileya duyem a rêzbendiyê. Peykan jî niha bi 12 pûanan di rêza heftem a tabloya rêzê de ye.