Lidarketina ‘Maratona Omêdê’ li Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330299-lidarketina_maratona_omêdê’_li_hewlêrê
Bi beşdariya zêdeyî 700 kesan û hejmarek ji rayêdarên Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê 27ê Mijdara 2021ê “Maratona Omêdê” ya Hewlêrê hat sazkirin ku armanca wê piştevanîkirina nexweşên penceşêrê(qanserê) bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2021 14:57 Asia/Tehran
  • Lidarketina ‘Maratona Omêdê’ li Hewlêrê

Bi beşdariya zêdeyî 700 kesan û hejmarek ji rayêdarên Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê 27ê Mijdara 2021ê “Maratona Omêdê” ya Hewlêrê hat sazkirin ku armanca wê piştevanîkirina nexweşên penceşêrê(qanserê) bû.

Maratona Omêdê îra saet di 10:00an dest pê kir. Di maratonê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Qeymiqamê Hewlêrê Nebaz Ebdulhemîd,  Konsulê Filestînê Nazmî Hesûrî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Rêvebirê Tendirustiyê yê Hewlêrê Dilovan Mihemed jî amade bûn.

Di maratona 3 kîlometreyî de werzîşvan Fetah Teymûr piştî 9 xulek û 51 çirkeyan gihişt xala dawiyê, pêşbirk di rêza yekemîn de xilas kir. Mîlad Salih maraton di rêza duyemîn de û Rêbîn Mehmûd jî di rêza sêyemîn de maraton xilas kirin.