Pêşbirkên şampiyoniya jinên Îranê li pêşbirkên tekwando yên nebîstokên cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330184-pêşbirkên_şampiyoniya_jinên_Îranê_li_pêşbirkên_tekwando_yên_nebîstokên_cîhanê
Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya tekwandoya nebîstokan li beşa Pumsê îro yekşemê bi mazûvaniya Tehranê dest pê kir û jinên Îranê şampiyoniya ferdî û tîmiyê bi navê xwe tomar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2021 18:47 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên şampiyoniya jinên Îranê li pêşbirkên tekwando yên nebîstokên cîhanê

Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya tekwandoya nebîstokan li beşa Pumsê îro yekşemê bi mazûvaniya Tehranê dest pê kir û jinên Îranê şampiyoniya ferdî û tîmiyê bi navê xwe tomar kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Pêşbirkên şampiyoniya tekwandoya nebîstokên Cîhanê ya sala 2021`an îro (Yekşem) li beşa pûmsê ya ferdî û tîmî bi beşdariya werzişkarên welatên Koreya Başûr, Rûsiya, Îran, Tirkiye, Ukrayna û Qezaqistanê li Têhranê dest pê kir û di dawiyê de Tîma Pumsê ya Îranê bû yekem, Tirkiye duyem û Rûsya û Koreya Başûr jî bi hev re pileya sêyem bi dest xistin. 

Di beşa ferdî de jî Meryem Xudabende ji Îranê bû şampiyon û werzişvanên Koreya Başûr û Rûsyayê bûn duyemîn û sêyemîn.