Pêşbirkên guleşta azad a bin 23 salî ya cîhanî - Îran bû duyem
Mijdar 08, 2021 01:00 Asia/Tehran
Tîma guleşta azad a bin 23 salî ya Îranê bi wergirtina mîdaleke zêr, 2 zîv û 5 bronzan di Pêşbirkên guleşta azad a bin 23 salî ya cîhanê li Sirbistanê bû duyem.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Di dawiya Pêşbirkên guleşta azad a bin 23 salî ya cîhanê li bajarê Bilgrada Sirbistanê da, tîma Îranê bi mîdala zêr a Emîrelî Azerpîra di giraniya 97 kg, 2 mîdalên zîv ên Muhemedsadiq Fîrûzpûr û Secad Xulamî di 74 û 86 kg û 5 mîdalên bronz ên Ehmed Muhemednijad Cevan, Elî Ekber Fezlî, Elî Sewadkûhî, Emîrhusên Fîrûzpûr û Seyid Mehdî Haşimî di 57, 70, 79, 92 û 125 kg da û bi wergirtina 140 puenan bû duyem.
Tîmên Rûsiye û Ermenistanê bi rêzê bûn yekem û sêyem.