Derhênerên Îranî di 12.emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê de dibiriqin
Xelatgirên 12.emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li Almanyayê hatin eşkerekirin û sînemagerên Îranî di wê festîvalê de xelatên yekem û duyem ên vê festîvalê bidest xistin.
Duwazdehemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya “Hamburg”ê li bajarê Hambûrg ê Almanyayê bi serpereştiya “Yasir Îrmek” û ji aliyê Kurdên rûniştvanên Almanyayê ve bi giranî li ser berhemên sînemakarên Kurd ên Îranê hat lidarxistin.
Di vê festîvalê de 42 berhem, ku 4 fîlm, 10 belgefîlm, 24 kurtefîlm û anîmasyon û 4 fîlmên beşa "Taybetî ji bo Zarok û Nûciwanan" ji aliyê sînemagerên Kurd ve hatine çêkirin û ji 28ê Cotmehê heta 3ê Mijdara 2021ê di sînemayên "Kino", "Zeise" û 3001 de hatin ekrankirin.
Xelata yekem a festîvalê ji bo kurtefîlma “Leke” ji derhêneriya “Şoreş Wekîlî” ji Îranê û xelata duyem jî bi kurtefîlma “Qurantîn” ji derhêneriya “Mihemed Riza Erdelan” ji Îranê hat xelatkirin.