Du futbolîstên Îranî ji bo baştirîn lîstikvanên cîhanê hatin berbijêrkirin
Cotmeh 28, 2021 22:56 Asia/Tehran
Du futbolîstên endamên tîma neteweyî ya futbola Îranê ji bo baştirîn lîstikvanê salê ya 2021ê hatin berbijarkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê; Federasyona Cîhanî ya Dîrok û Amarên Futbolê namzedên baştirîn lîstikvanên cîhanê îlan kir ku di nav wan de navên du lîstokvanên îranî dikeve ber çavan. Ji tîma “Porto”yê Mehdî Taremî û ji tîma Zenîtê jî “Serdar Azmûn” ji bo vê hedef hatine berbijarkirin.
Akram Efîf ji Qeterê, "Elî Mabkhout" ê Îmaratî û Sun Hyung Min Koreyî jî lîstikvanên din ên Asyayê ne ku ji bo vê hedefê berbijar in.
Par jî Lewandowskî stêrka polonyayî ya Bayern Munîchê(Munîxê) bû şampiyon.