Cotmeh 28, 2021 22:20 Asia/Tehran
  • Serkevtina tîma futbolê ya Omêda Îranê li hember Lubnanê

Tîma Futbolê ya Omêda(Hêviya) Îranê di pêşbirka duyemîn a pêşbaziyên şampiyoniya Asyayê de li hember tîma Lubnanê bi ser ket.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma Futbolê ya Omêda Îranê îro (Pênçşemî) li dewra duyemîn a pêşekiya pêşbirkên şampiyoniya bin 23 salî ya Asyayê li stadiyoma navendî ya bajarê Duşanbê ya Tacîkistanê li hemberî Lubnanê lîst û bi encama 2-0 li hemberî vê tîmê serketr.

“Mehdî Lemûçî” di xuleka 5’an de û “Mîlad Kêrr” jî di xuleka 93’an de gol ji Îranê re lêxistin.

Îran ku di pêşbirka xwe ya ewil de bi 4 golan ji Nepalê bir, di maça sêyem de jî wê bi Tacîkistanê re bê hemberî hev.

Tîma yekem a vê komê dê derkeve qonaxa dawî (fînalê) ya pêşbirkê.

Serepeyv