Cotmeh 02, 2021 18:22 Asia/Tehran
  • Berdewamiya serketinên guleştgirên îranî li pêşbirkên cîhanî

Guleştgirê azad ê 125 kîloyî yê Îranê bi têkbirina hevrikê xwe yê Belarûsî derbasî qonaxa çaryeka fînalê ya pêşbirkên cîhanî bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr Husên Zarie (125 kg) piştî bêhnvedana xwe li dewra yekem, îro şemiyê di dewra duyem a de Dezanis Kharamiankov ji Belarûsî 6-0 têk bir û piştî derket qonaxa çaryeka fînalê.

Di vê qonaxê (çaryeka fînalê) de, Zarie dê bi Nikolas Goyazdovsky re ji Amerîkayê re rû bi rû bimîne.

"Rahman Amouzad Xelîlî" di giraniya 61 kg, û Younes Îmamî di giraniya 74 kg de jî hevrikên xwe şikandin û derbasî qonaxa din bûn.

Hesen Yezdanî û Emîr Husên Zarie jî di tûra yekem de di encama pişkavêtinê de bi bêhnvedanê re rû bi rû man.

Pêşbaziyên Şampiyoniya Guleşta Azad a Cîhanî ya 2021 -ê ji îro 2-ê Cotmehê li Osloya Norwêcê despê bûye û heya 10-ê vê mehê berdewam dike.

Serepeyv