2 îranî bûn endamê Komîteya Kontrolkirina Pêşbirkên Walîbala qehremaniya Asyayê
Îlon 11, 2021 11:23 Asia/Tehran
Navên du îraniyan li nav endamên Komîteya Kontrolkirina Pêşbirkên Walîbala qehremaniya Asyayê tên dîtin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Dora 21an a Pêşbirkên Walîbala qehremaniya Asyayê ya mêran ji 21 heta 28ê Şehrîvera 1400î dê bi mazûvaniya Japonê li Çîbayê were lidarxistin.
Endamên Komîteya Kontrolkirina Pêşbirkên Walîbala qehremaniya Asyayê hatin nasandin û Mesûd Yezdanpenah û Muhemed Şahmîrî jî tê da ne.
16 hekeman dadweriya pêşbirkên Walîbala Asyayê girtine ustiyê xwe û Dawûd Nafiyî, hekemê navneteweyî yê Îranê jî yek ji wan e.
Tîma Îranê sibe di yekem pêşbirka xwe da dê biçe pêşberî Hong Kongê.