Tîma guleşta Îranê li pêşbirkên cîhanî bû duyemîn
Tîma Guleşta Îranê madala zêr, mêdalek zîv û 5 medalên tûnc wek duyem di şampiyoniya guleşta cîhanî ya Rûsiyê de bi dest xist.
Li gorî rapora IRNA`yê, Şampiyoniya Guleşta Ciwanan a Cîhanî 29, 30 û 31 Tebaxê li bajarê Ufa yê Rûsiyê hat lidarxistin. Di van pêşbirkan de tîma Îranî bi wergirtina madaleke zêr ji aliyê Emîr Reza Dêh Buzurgî di giraniya 55 kg de û medalek zîv ji aliyê Seîd Îsmaîlî di giraniya 60 kg de û 5 medalên tûnc ji aliyê Îman Mihemedî di 63 kîlo, Mihemed Husên Azarem di giraniya 77 kg de, Di giraniya 82 kîloyan de Muhemd Naqûsî, di giraniya 97 kg de Murteza Eqûsî û di giraniya 130 kg de Amir Muhemed Beyat de bi 130 pûanan bû duyemîn û pêşqehremaniyê cih girt..
Di vê pêşbirkê de tîma Rûsyayê bi 183 pûanan bû şampiyon û tîma Komara Azerbaycanê jî bi 101 pûanan bû sêyemîn.