Tîrmeh 24, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Guleavêjê kurd ê îlamî yekem mîdala zêr a Îranê di Olempîka Tokyo-2020î da bi dest xist

Cewad Forûxî, Guleavêjê kurd ê îlamî yekem mîdala zêr a Îranê di Olempîka Tokyo-2020î da bi dest xist.

Li gorî rapora malpera Feratabê, Cewad Forûxî tenha nûnerê Îranê di fînala çiqa Tepançeya bayî ya 10 mitr a beşa mêran li Olempîka Tokyo-2020î da yekem mîdala zêrê ya dîroka Gulleavêtinê ya Îranê di pêşbirkên Olempîkê da bi dest xist.

Wî beriya vêya di qonaxa seretayî da bi puena 580.25 karîbû derbasî fînalê bibe.

 

Piştî Cewad Forûxî, Damîrê sirbistanî mîdala zîvê û Jang Vî ji Çînê jî mîdala bronzê wergirt.

 

Forûxî ji parêzgeha kurdnişîn a Îlamê li rojavayê Îranê ye. Ew 11ê Îlona 1979an  li şaristana Dêhloranê ji dayîk bûye.

Karê wî yê sereke perestarî ye û ji sala 2018an va bûye endamê tîma neteweyî ya Gulleavêtinê  ya Îranê.

 

 

Serepeyv