Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de; Tîma Milwaukee Bucks piştî 50 salan yekem car bû qehreman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327791-di_lîga_basketbolê_ya_amerîkayê_(nba)_de_tîma_milwaukee_bucks_piştî_50_salan_yekem_car_bû_qehreman
Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de qehremanê serdema 2020-2021'ê diyar bû: Tîma Milwaukee Bucks tîma Phoeniks Suns bi 4-2 têk bir û bû qehreman. Milwaukee Bukcs piştî 50 salan yekem car bû qehreman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2021 10:38 Asia/Tehran
  •  Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de; Tîma Milwaukee Bucks piştî 50 salan yekem car bû qehreman

Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de qehremanê serdema 2020-2021'ê diyar bû: Tîma Milwaukee Bucks tîma Phoeniks Suns bi 4-2 têk bir û bû qehreman. Milwaukee Bukcs piştî 50 salan yekem car bû qehreman.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Milwaukee Bukcs di pêşbirka rêzeya fînalê de bi 2-0 li paş ket lê dest jê berneda û di dawiyê de bi 4-2 bi ser ket. Di pêşbirka 6'an a ku pê bû qehreman de Bucks bi 105-98'ê bi ser ket.

Lîstikvan Diannis Antetokounmpo 50 hejmar avêtin potaya Phoeniks Sunsê û tîma xwe kir qehreman.  Antetokounmpo di pêşbirkê de bi 14 ribaund û 5 blokan jî ked da tîma xwe.

Tîma Bukcs herî dawî di sala 1971'ê de bûbû qehreman.

Li NBA'yê 15 sal berê jî tiştek wisa qewimîbû: Tîma Miami Heat li hemberî Dallas Maveriksê bi 2-0 li paş ketibû û paşê bi 4-2 bi ser ketibû.