Sê guleştgirên îranî yên nebîstok karîn ku derbasî fînala şampiyoniya cîhanî li Tirkiyê bibin
Tîrmeh 05, 2021 18:00 Asia/Tehran
Di roja yekem a pêşbaziyên şampiyoniya guleşta ferengiya Mezinan a Cîhanê li Tirkiyê de, sê guleştgirên nebîstok ên Îranê derketin fînalê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Press; Pêşbaziyên Şampiyoniya Cîhanê ya guleşta mezinên nebîstok, ji Yekşemê ve, bi weznên 55, 60, 63, 67, 72, 77, 82, 87, 97 û 130 kg, li Stenbolê, Tirkiye hatiye lidarxistin.
Di dawiya pêşbirkên hilbijartinê yên roja yekem de, Sadiq Abulwefayî, Mehdî Bexşî û Esgher Kerîmî di weznên 55, 63 û 72 kg de gihêştin fînalê û Mehdî Sedrî, Eli Kerîmî û Şîrzad Mehekî di giraniyên 60, 67 û 82 Kg de derbasî pêşbaziya rêzbendiyê bûn.
Pêşbirkên fînalê û rêzikbendiyê yên Şampiyoniya Cîhanê ya nebîstokan di kategoriya temenê mezinan de dê îro Duşemiyê were lidarxistin.