Euro 2020: Beljîkayê 1-0 ji Portugalê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327299-euro_2020_beljîkayê_1_0_ji_portugalê_bir
Beljîka di gera 16an a EURO 2020 da bi encama 1-0 Portugal têk bir û derbasî çarêkfînalê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2021 10:40 Asia/Tehran
  •  Euro 2020: Beljîkayê 1-0 ji Portugalê bir

Beljîka di gera 16an a EURO 2020 da bi encama 1-0 Portugal têk bir û derbasî çarêkfînalê bû.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Tîma Beljîka û qehremana berê ya EUFAyê tîma Portûgalê şeva Yekşemê di çarçoveya gera 16mîn a Euro 2020 de li Stada "La Cartuja" ya bajarê "Seville" yê Spanyayê hatin hemberî hev.

Tîma Beljîkayê bi encama 1-0 tîma Portugalê têk bir û bo qonaxa din biserket.

"Thorgan Hazard" di xûleka 42an de gola serkeftinê ji bo Beljîkayê tomar kir. Di xûleka 48an a pêşbirkê de, yarîzanê Belcîakyê "Kevin De Bruyne" birîndar bû û li şûna wî "Dries Mertens" hat danîn.

Bi vê encamê, Beljîka derbasî çaryekfînalê bû û deftera 'EURO 2020' ji bo Portugalê hate girtin.

Di çaryekfînalê de Beljîka dê bi tîma Îtalyayê re bilîze.