Euro 2020: Îro ji Koma B û C 4 pêşbirk hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327155-euro_2020_Îro_ji_koma_b_û_c_4_pêşbirk_hene
Îro 21ê Hezîranê ji du koman 4 pêşbirk hene. Ji Koma B Belçîka, ji Koma C Hollanda bi 6 pûanan mafê derketina ji komê bi dest xistine. Di her du koman de jî tîm ji bo duyemînî û sêyemînî dê bilîzin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2021 12:26 Asia/Tehran
  • Euro 2020: Îro ji Koma B û C 4 pêşbirk hene

Îro 21ê Hezîranê ji du koman 4 pêşbirk hene. Ji Koma B Belçîka, ji Koma C Hollanda bi 6 pûanan mafê derketina ji komê bi dest xistine. Di her du koman de jî tîm ji bo duyemînî û sêyemînî dê bilîzin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Koma B de piştî Belçîkayê Rûsya û Finlandiya tên ku yê her duyan jî 3 pûanên wan hene, yê Danîmarkayê pûan tune ne.

Di koma C de jî piştî Hollandayê Ûkrayna û Avusturya (Otrîş) tê ku yê herduyan 3 pûanên wan hene, lê Makedonyaya Bakur pûanên wê tune ne.

Va ne pêşbirkên îro:

21.06.2021:

KOMA C

Saet 19.00, Ûkrayna - Avusturya

Saet 19.00, Makedonyaya Bakur - Hollanda

 

KOMA B

Saet 22.00, Rusya - Danîmarka

Saet 22.00, Fînlandiya - Belçîka