May 27, 2021 17:24 Asia/Tehran
  • Berdewambûna futbola Îranê di rêza duyemîn de li Asyayê

Li gorî daxuyaniya Federasyona Futbolê ya Cîhanê, tîma Îranê di nav tîmên futbolê yên sereke yên parzemîna kevnare(Asya) de bû duyemîn.

Li gorî rapora îro Pêncşemê ya IRNA`yê, îro pileya nû ya Federasyona Futbolê ya Cîhanî (FIFA) hate ragihandin, li gorî vê yekê tîma neteweyî yê fûtbola Îranê bi 1499 pûanan hîn jî di cîhanê de di rêza 31-an de ye û li Asyayê jî duyemîn e û li gorî meha borî ti guhertineke wê tune.

Li gorî federasyonê, tîmên neteweyî yên Belçîka, Fransa, Brezîlya, Engilîstan, Portekîz, Spanya, Îtalya, Arjantîn, Uruguay û Danîmarka meha borî rêza xwe parastin û di vê rêzkirinê de di rêzên yekem heya dehem de ne.

Tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê dê çend rojan beşdarî pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê bibe.Ev tîm digel tîmên Iraq, Bahreyn, Hong Kong û Kamboçya di koma sêyemîn de ye.

Serepeyv