Atletico Madrid bû şampiyona La Lîga
Li Spanyayê tîma futbolê Atletico Madrid ku duh di hefteya dawîn a La Lîgayê de li hemberî Real Valladolid bi 2-1 ser ket, hesreta xwe ya şampiyoniya 7 salan bidawî kir û bû şampiyona La Lîga.
Atletico Madrid di dawîn heftaya La Lîgayê de bû mêvana tîma Real Valladolidê, bi encama 2-1 jê bir û bû şampiyona wê lîgê.
Di nîvê yekem a lîstikê de, futbolîstê Real Valladolidê Oscar Plano di xuleka 18an de golek tomar kir û nîvê yekem bi wê yek golê bi dawî bû.
futbolîstên Real Valladolidê Angel Correa di xuleka 57an de û Luis Suarez di xuleka 67an de her yekê golek tomar kirin.
Piştî vê serkevtina xwe, Atletico Madrid bi 86 xalan qedand, tîma li pey wê ya herî nêzîk Real Madridê demsal bi 84 xalan qedand.
Atletico Madrid piştî 7 salan careke din bû şampiyona La Lîga û di dîroka xwe de 11emîn Kupaya şampiyoniyê bir muzeya xwe.
Li gorî Navenda Lezgîn a pizîşkî ya Madrîdê, di pîrozbahiyên piştî La Liga-yê de hogirekî Atletico Madridê yê 14-salî ji ber rawestana dil jiyana xwe ji dest da û cejna vê Tîmê xemdar kir.