Berdewamiya dijberiyên li hemberî pêşbaziyên Olîmpîkê li Tokyoya Japonyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326377-berdewamiya_dijberiyên_li_hemberî_pêşbaziyên_olîmpîkê_li_tokyoya_japonyayê
Diijberiyên li hemberî lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê yên li Tokyoya Japonyayê hîn berdewam dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2021 10:41 Asia/Tehran
  • Berdewamiya dijberiyên li hemberî pêşbaziyên Olîmpîkê li Tokyoya Japonyayê

Diijberiyên li hemberî lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê yên li Tokyoya Japonyayê hîn berdewam dikin.

AFP ragihand ku li gorî anketeke nû li Japonyayê ku îro hat weşandin zêde ji sedî 80 xelkê Japonyayê li dijî lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê yên havînê li welatê xwe ne. Kêmtir ji 10 hefte mane lidarxistina van pêşbirkan yên ku sala par ji ber pandemya Koronayê cih nehatin û avêtin îsal.

Ji aliyê din ve, li Japonyayê zêdeyî 300 hezar kesan daxwaznameke Online li dijî lidarketina pêşbirkên Olîmpîkê îmze kirin. 

Çil bajarên Japonyayê ragihandine ku werzişkarên Olîmîkê berî Lîstikên Tokyo qebûl nakin.

Hin waliyên Japonyayê jî diyar kirin ku ew ê di dema Lîstikên Tokyoyê de nexweşxanên xwe nedin ber destê werzîşkarên Koronayî.