Rojhejmêra Pêşbirkên Asyayî yên Walîbalê di sala 2021ê da diyar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326243-rojhejmêra_pêşbirkên_asyayî_yên_walîbalê_di_sala_2021ê_da_diyar_bû
Pêşnivîsa rojhejmêra Konfederasiyona Walîbala Asyayê (AVC) ji aliyê desteya serokatiya wê va hat pesendkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Rojhejmêra Pêşbirkên Asyayî yên Walîbalê di sala 2021ê da diyar bû

Pêşnivîsa rojhejmêra Konfederasiyona Walîbala Asyayê (AVC) ji aliyê desteya serokatiya wê va hat pesendkirin.

Li gorî rapora ISNAyê û bi ragihandina Federasiyona Walîbala Îranê, dawîn pêşnivîsa Konfederasiyona Walîbala Asyayê (AVC) derbarê lidarxistina 5 rûdanên asyayî di sala 2021ê da hat pesendkirin.

Li gorî vê biryarê, Pêşbirkê walîbala kilûbên jinan û mêran ên Asyayê dê di meha Cotmehê da bi mazûvaniya Taylendê û Pêşbirkên qehremaniya jinan û mêran ên Asyayê jî dê meha Îlonê bi rêzê bi mazûvaniya Fîlîpîn û Japonê bên lidarxistin.