Lîga cîhanî ya Lîsbûnê; Tîma neteweyî ya Karateya Îranê bi çar mîdalan vegeriya
May 03, 2021 10:07 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Karateya Îranê bi wergirtina çar mîdalan (zêrek, zîvek û 2 bronzan) dawî li karê xwe li Lîga cîhanî ya Lîsbûnê anî.
Li gorî rapora IRNAyê, qonaxa dawî ya wergirtina pişk û para Olempîkê bi riya renkînga bi navê Lîga cîhanî ya Karateyê ji roja Îniyê bi beşdariya 769 karatevanan ji 87 welatên cîhanê li Lîsbûna Portekîzê dest pê bû.
Jibo Tîma neteweyî ya Karateya Îranê Hemîde Ebaselî, Behmen Esgerî û Sara Behmenyarê pişk û para Olempîka Tokyoyê bi dest xistin.