Nîsan 28, 2021 23:24 Asia/Tehran
  • Sepana Quranê ya bi zaravayê Kurmancî hat çêkirin

Sepaneke taybet li ser Play Store hatiye danîn ku derfetê dide xwendin û guhdana xwendina Qurana pîroz bi zaravayê Kurmancî. Rêveberê sepanê jî dibêje, "Em dê bi zaraveyên Soranî û Zazakî jî amade bikin."

Kurdên misilman ên ku dixwazin bi Kurdî meala Quranê bixwînin an guhdar bikin êdî dikarin bi hêsanî bikin.

Bi rêya sepaneke taybet li ser Play Store hatiye danîn ku derfetê dide xwendin û guhdana xwendina Quranê

Hem bi Erebî hem jî bi Kurmancî mirov dikare guh bidiyê û bixwîne jî. Erebiya wê bi dengê 7 hafizên cuda hatiye tomarkirin.

Wateya ayetan û peyama ku dixwazin bigihînin jî hatiye şîrovekirin.

Sepana Quranê ji aliyê grûpekî 5 kesî ve hatiye çêkirin.

Rêveberê Sepana Qurana Kurdî Ronî Bedirxan beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû û behsa berhemanîna vê sepanê û girîngiya wê kir.

Ronî Bedirxan dibêje, wan di vî warî de bi zimanê Kurdî valahiyek dît û diyar kir, “Piştî wê me destbi xebatên xwe kir. Em 4-5 kes in û bi awayekî xwebexş li ser ziman dixebitin. Ti kesî piştevaniya me ya aborî nekiriye.”

Bedirxan tekez jî dike, “Hemû ayet tê de hene. Em dixwazin di pêşerojê de vê sepanê berfirehtir bikin. Niha bi Kurmancî ye, lê siberojê em dixwazin bi Soranî û Zazakî jî amade bikin û xebatên me jî destpê kirine.”

Serepeyv