Hilgirtin meşaleya Olîmpîkê li çendîn deverên Japonyayê li pişt deriyên girtî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325838-hilgirtin_meşaleya_olîmpîkê_li_çendîn_deverên_japonyayê_li_pişt_deriyên_girtî
Ji ber fikarên derbarê belavbûna vîrusa Koronayê meşaleya Olîmpîkê li deverên Japonya li pişt deriyên girtî tê hildan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2021 13:03 Asia/Tehran
  • Hilgirtin meşaleya Olîmpîkê li çendîn deverên Japonyayê li pişt deriyên girtî

Ji ber fikarên derbarê belavbûna vîrusa Koronayê meşaleya Olîmpîkê li deverên Japonya li pişt deriyên girtî tê hildan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Komîteya Amadekar a Lîstikên Tokyoyê ragihand ku girava Myakocîma ya Okînawa niha di bin tedbîrên Coronayê de ye û meşaleya Olîmîkê dê bêyî beşdariya xelkê li giravê were hilgirtin.

Meşaleya Olîmpîkê, li deverên din ên Japonyayê ji wan li Osakayê li pişt deriyên girtî hate birin.

Komîteya Amadekar a Lîstikên Tokyoyê bang li xelkê kir ji bo ku protokolên tenduristiyê dema hilgirtina meşaleyan berçav bigirin û di vê çarçêvê de ji teşwîqkirin û derketina kolanan xwe dûr bikin û mesafeya civakî ber çav bigirin.