Futbolîstê Kurd ê 14 salî bûye rojeva klubên fotbulê yên cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325463-futbolîstê_kurd_ê_14_salî_bûye_rojeva_klubên_fotbulê_yên_cîhanê
Klubên fotbulê yên cîhanê dixwazin fotbulîstê Kurd ê 14 salî Ehmed Osman bikirin ku niha di tîmeke ewropî de dilîze.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2021 13:27 Asia/Tehran
  • Futbolîstê Kurd ê 14 salî bûye rojeva klubên fotbulê yên cîhanê

Klubên fotbulê yên cîhanê dixwazin fotbulîstê Kurd ê 14 salî Ehmed Osman bikirin ku niha di tîmeke ewropî de dilîze.

Ciwanekî Kurd ê ji kurdên Sûriyê li Swîsreyê bûye werzişvanekî navdar ê futbolê.

Ehmed Osman ê 14 salî xelkê kurd ê sûrî û ji bajarokê Tirbesipiyê ye û niha golparêzê tîma Basel a Swîsreyê ye.

Ev ciwanê Kurd sala 2014an tevî malbata xwe çûye Swêsreyê û ji wê demê ve mijûlî werzişê ye, di 11ê meha 12 sala 2019an de girêbesteke girîng ligel tîma yekem a Swîsereyê, tîma Basel îmze kiriye.

Ji niha ve gelek tîmên navdar ên cînahê çavê xwe berdane Ehmed Osman û dixwazin wî bikirin, lê li gor qanûna FIFA eger temenê lîstikvan18 salan derbas neke, nabe bê kirîn yan firotin.

Ehmed dixwaze di dema bê de ligel tîma Liverpol a Îngilistanê bilîze û herweha dixwaze bibe golparêzê tîma niştîmanî ya Swîsreyê.