Nîsan 07, 2021 16:06 Asia/Tehran
  • Dawiya hefteya 32-an û destpêka hefteya 33-an a futbolê ya Super Lîga Tirkiyê

Hefteya 32-an a futbolê ya Super Lîga Tirkiyê bi serketina Fenerbahçeyê ya li hemberî Denizli Spor 1-0 bi dawî bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB, şeva borî hefteya 33-an a futbolê Super Lîga Tirkiyê bi sê lîstikan dest pê kir.

Di van pêşbirkan de tîma "Goztepe" "Rîzespor" 2-0 û "Fatih Karagomirg" jî 1-0 "Hatay Spor" têk bir.

Di pêşbirka din de, Trabzonspor bi Kayserî Spor re 1-1 beramber ma.

Syed Mecîd Hûsênî, parêzvanê tîma netewî ya Îranê, di tîma Trabzonspor de lîst.

Di tabloya Super Lîga Tirkiyê de, Beşîktaş bi 64 pûanan di serê tabloyê de ma, Fenerbahçe bi 62 û Galatasaray bi 61 pûanan di rêzên duyemîn û sêyemîn de bûn, û Trabzonspor jî bi 57 pûanan di rêza çaremîn de ye.

Di cedwela golerên Super Lîga Tirkiyê de, Aaron Bupendza, êrişkerê Gabonî yê Hatay Spor, bi 18 golan pêşeng e.

Serepeyv