Karatevanên Îranê di serê rêzebendiya cîhanî da cih girtin
Nîsan 06, 2021 08:41 Asia/Tehran
Sê endamên tîma neteweyî ya Karateya Îranê di serê desteyên giraniyên xwe li rêzebendiya cîhanî da ne.
Li gorî rapora IRNAyê, Piştî lidarxistina yekemîn qonaxa Lîga Cîhanî ya Karate-1 ya sala 2021ê bi mazûvaniya Stenbolê, Federasiyona Cîhanî rêzebendiya karatevanan weşand.
Li gorî vê rêzebendiyê, Behmen Esgerî di giraniya -75 kg, Secad Genczade di giraniya +84 kg û Hemîde Ebaselî di giraniya +68 kg di serê da ne.