Adar 14, 2021 16:31 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Biryara Konfederasyona Futbolê ya Asyayê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, di pêşbirkên pêşekî yên Kûpaya Cîhanê de girtina mafê mazûvaniya Îranê ji hêla Konfederasyona Futbolê ya Asyayê ve wekî pêngaveke siyasî nirxand.

Li gor IRIB NEWSê, Civîneke hevbeş  li wezareta werziş û Ciwanan a Îranê bi beşdariya wezîrê werziş û ciwanan Mesûd Sultanîfer , serokê Komîteya Neteweyî ya Olîmpîkê seyd Reza Salihî Emîrî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade û serokê Fedrasiyona Futbolê Şehabedîn Ezîzî Xadim  derbarê  bersivdayîn û berteka li hemberî girtina mafê mazûvaniyê ji Îranê di pêşbirkên pêşekî yên Kûpaya Cîhanê de li dar ket.

eîd Xetîbzade di vê civînê de got: "Em vê biryarê werzîşî nabînin û ew zêdetir biryareke sîyasî ye, Dema ku federasyonê û Wezareta Werzîşê agahî dan me, me li gorî xalên ku hatin raber kirin dest bi dîplomasiyeke werzîşê kir."

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Em ê hemî hewildan û kapasîteyên hewce bikar bînin da ku di vê rêkê de ji bo hogirên futbolê encamên herî çêtir bi dest bêxin. eva tiştekî normal e ku em hewil bidin daku werzişvan û futbolîstên me daxwazên millet di her rewşê de bi cih bînin, em li kêleka wan in da ku biserkevin.

Serepeyv